9:52:57 AM
RojavaNews: Şandiyê Netewên Yekgirtî yê taybet ji bo Sûriyê Steffan De Mestura bang li serokê Rûsiyê û serokê Tirkiyê kir, ku rênedin karesatekê li Idilbê rûbide.
Di kongirekî rojnamevanî de StefFan De Mestura şandiyê taybet yê Netewên Yekgritî got, ew weke Netewên Yekgirtî di banga dûrxistina Idilbê ji şerekê berdewam in , û ew naxwazin bûyerên Heleb, Xûta û Reqayê dubare bibin.
De Mestura serbar kir, ku kilîta çareseriya aştiyane ji bo Idilbê di destê Tirkiyê û Rûsyayê de ye.
De Mestura eşkere kir, ku eger heye beriya dehê vê mehê rêjîma Esed êrîşekê ser Idilbê pêk bîne lê ew dibînin ya baş ewe ku ew êrîş pêk newe.
