Beşar Esed dibêje me çek da kurdan

Beşar Esed dibêje me çek da kurdan

Rojava News: Serokê Sûriyê Beşar Esed îdia kir ku beriya ku çekdarên DAIŞê êrişî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bikin, Sûriyê çek daye hêzên kurd.

 

Beşar Esed ji televîzyona fermî ya Portugalê, RTP, re axivî û got, beriya ku DAIŞ êrişî Kobanî bike artêşa Sûriyê çek daye kurdan.

 

Cîgirê Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Kobanî  bi ser PYDê ve Idrîs Nehsan ji   ragihand ku daxuyaniya Esed li ser alîkariya hêzên kurdî ne rast e.

 

Nehsan diyar kir ku Esed dixwaze bi wan gotinan serkeftina kurdan li Kobanî bike ya xwe.