Elnusra: Em ti alîkariyekê ji Kendavê naxwazin

Elnusra: Em ti alîkariyekê ji Kendavê naxwazin

Rojava News:  Cebhet Elnusra li Sûriyê dibêje, ew dest ji rêxistina El-Qaîde bernadin û ew ti alîkariyekê ji Kendava Erebî naxwazin.

Cebhet Elnusra bi rêya daxuyaniyeke fermî ew hemû nûçe û raportên ku di medyayê de belav bûne û dibêjin rêxistina wan wê ji El-Qaîde veqete, red kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Cebhet Elnusra wê her wek baskê El-Qaîde li Sûriyê bimîne û ti kesek ji fermandar û endamên wê naxwaze ji wê rêxistinê veqete.

Cebhet Elnusra herwiha dibêje ku ew ti danûstandinan ligel îstixbarata Qeter yan her welatekî din ên Kendavê nake û ew ti alîkariyê jî ji wan welatan naxwaze.

Piştî kuştina fermandarê leşkerî yê Cebhet Elnusra, Ebû Humam û çend serkirdeyên din ên wê rêxistinê, hat gotin ku grûpeke di nava Elnusra de çêbûye û dixwazin ji El-Qaîde veqetin.

Tê zanîn ku Elnusra li Sûriyê şer dike û dixwaze dewletekî îslamî li wî welatî ava bike û vê dema dawî êrişên wê li dijî hêzên dijbereya Sûriyê zêde bûn û herî dawî li endamên Tevgera Hezim a nerimrew dan û gellek ji wan kuştin.