21 rêxistinên mafên mirov gazinên Sûriyê li NY dikin

21 rêxistinên mafên mirov gazinên Sûriyê li NY dikin

Rojava News:  Di raporteke hevbeş ya li ser rewşa Sûriyê de, 21 rêxistinên mafên mirov Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne dikin ku biryarên xwe yên derbarê Sûriyê de cîbicî nekirine û rewşa Sûriyê her ku diçe xirabtir dibe.

 

Di raporta 30-rûpelî ya bi sernavê “Sûriya têkçûyî” de, tê diyarkirin ku ji destpêka aloziya li Sûriyê heta niha 220 hezar mirov hatine kuştin, nîvê hemwelatiyan jî derbider bûne.

 

Beriya salekê Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi mebesta başkirina rewşa gel li Sûriyê, li ser çend xalan biryar wergirtibûn. Di raporta rêxistinên mafên mirov  de Neteweyên Yekbûyî tê rexnekirin ku biryar nehatine cîbicî kirin û rewşa xelkê berovajî wê, hêj xerabtir jî bûye.

 

Li gor raportê tenê di sala 2014ê de 76 hezar mirov li Sûriyê hatine kuştin û bi vê yekê heta niha sala herî bi xwîn bûye li Sûriyê. Herwiha 4,8 milyon kes li herêmên wisa dijîn ku NY wan weke “herêmên xwegihandina wan zehmet e” bi nav dike, ku li gor sala 2013ê ev hejmar bi qasî 2,3 milyon zêdetir bûye.

 

Herwiha hejmara zarokên ku pêwîstiya wan bi arîkariyê heye û berdewamiya jiyana wan girêdayî arîkariyan e, bi rêjeya ji sedî 31 zêdetir bûye û di 2014ê de gihiştiye 5, 6 milyon zarok.

 

Tevî ku li gor texmînan êdî nîvê welatiyên sûrî koçber û derbider bûne, lê arîkariya ji bo wan sal bi sal kêmtir dibe. Li gor raportê, rêjeya wan arîkariyên ku NY ji bo Sûriyê pêwîst dibîne ji sedî 71 daket ji sedî 57. Ji ber vê yekê ew 21 rêxistinên mafên mirov di raporta xwe da bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku êdî li biryarên xwe kiryarên di pratîkê de jî zêde bike.