Rojava News: Balafirên şer ên rejîma Sûriyê, tenê duhî 153 operasyonên asmanî li dijî hêzên dijbereyê pêk anîn.
Rêxistineke mafê mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: "Balafirên Artêşa Sûriyê duhî li Şam, Gundewarê Şamê, Heleb, Hema, Îdlib û Quneytira 81 operasyonên asmanî li dijî hêzên dijbereyê pêk anîn."
Li gorî heman rêxistinê, herwiha duhî balafiran 71 bermîlên teqîner avêtin ser navçe û nahye û gundên parêzgeha Derayê û hin navçeyên din li Sûriyê.
Herwiha wê rêxistinê da zanîn ku di wan operasyonan de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û gellek malên xelkê hatin têkbirin.
