Sûriyê dibêje wê firokeyek Amerîkî xist xwarê

Sûriyê dibêje wê firokeyek Amerîkî xist xwarê

Rojava News: Li Sûriyê, hêzên bergiriya ezmanî firokeyeke bê firokvan anîn xwarê, ajansa fermî ya wî welatî jî dibêje ew firoke Amerîkî bû.

Ajansa fermî ya Nûçeyan li Sûriyê (SANA) ragihand ku “Duh, 17.03.2015, firokeyeke bê firokvan li ezmana bajarê Laziqiye difriya, bi mebesta komkirina zanyariyan.”

SANA di nûçeya xwe de diyar kir ku “Hêzên Bergiriya Ezmanî yên Sûriya ew anîn xwarê.”

Ajansê bêyî ku hûrgiliyan li ser vê bûyerê bide zanîn diyar kir ku “Ew firoke bi mebesta karên dujminane hatibû ezmana Sûriyê û Hêzên Bergiriya Ezmanî yên Sûryê ew anîn xwarê .”

Di heman demê de çalakvanên tora civakî Facebook, çend wêneyek belavkiribûn, dibêjin ev perçeyên firokeya ku anîbûn xwarê.

 

Ji aliyê xwe ve, berpiresekî Amerîkî ji ajansa Reutersê re ragihand ku, peywendî di navbera wan û firokeyeke bê frokvan a Amerîkî li ezmana parêzgeha Laziqiye biriye, heta niha jî ew nizanin bê çarenivîsa wê firokeyê çi ye.