Çekdarên DAIŞê mezintirîn boriya gazê ya Sûriyê teqandin

Çekdarên DAIŞê mezintirîn boriya gazê ya Sûriyê teqandin

Rojava News: Çekdarên DAIŞê boriyeke gazê li ser rêya navbera bajarên Hums û Tedmurê yên Sûriyê teqandin.

 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nav bajarê Humsê hatine bidestxistin, çekdarên DAIŞê îro danê êvarê boriyeke gazê ku li nêzîkî gundê Om Tebabîrê û li kêleka rêya Hums-Tedmurê re derbas dibe, teqandin.

 

Li gorî agahiyan, ew boriya gazê ya şîrketa Îbêlayê ye, mezinahiya wê 12 înç e ku wek mezintirîn boriya gazê li Sûriyê tê hesibandin.

 

Ev cara duyemîn e ew boriya gazê tê teqandin, ji ber ku carekî jî 4ê Adara îsal hatibû teqandin.