HRW: Destê dijbereya Sûriyê di kuştinê de heye

HRW: Destê dijbereya Sûriyê di kuştinê de heye

Rojava News: Rêxistina Human Rights Watch a mafê mirovan ragihand ku, hêzên çekdar ên dijbereyê li Sûriyê destê wan di kuştina xelkê sivîl de heye.

 

Human Rights Watch di rapora xwe ya dawî de îro ragihand ku, “Di nava şerê ku li niha Sûriyê diqewime, destê hêzê dijbereyê di kuştina xelkê sivîl de heye.”

 

Di rapora wê rêxistinê de hatiye ku, “Ew çekdar di wê baweriyê de ne ku mafê wan ê rewa ye ku karên tund û kuştina sivîlan bikin, wek tolhildanê ji êrişên Hikûmeta Sûriyê li ser navçeyên bin destê wan.”

 

Tê zanîn ku krîza Sûriyê ji Adara sala 2011an de dest pê kiriye û heta niha jî şer û pevçûn di navbera hêzên rejîmê û dijbereyê de berdewam dikin, ku di encamê de bêtirî 200 hezar kes hatine kuştin û çend milyon sûrî jî penaber û derbeder bûne.