Wezîrê Derve yê Iraqê li Şamê ye

Wezîrê Derve yê Iraqê li Şamê ye

Rojava News: Serê sibeha îro 24ê Adarê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad pêşwazî li Wezîrê Derve yê Iraqê Ibrahîm Caaferî kir.

Li gor Ajansa SANA, ya fermî li Sûriyê, Miqdad li Firokexaneya Navdewletî ya Şamê pêşwazî li Ibrahî Caaferî kiriye.

Ev yekemîn serdana Ibrahî Caaferî bo Sûriyê ye, ji dema destpêkirina erkên xwe di vê postê de li destpêka Îlona sala borî.

Li gor ku hatiye belavkirin jî, dê Ibrahîm Caaferî ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welî Mûelim û Srokê Sûriyê Beşar Esed jî bicive.

Ev 5 salin ku krîz li Sûriyê berdewam e, heta niha jî Iraq wek alîgirekî “nîv aşkere” ji rejîma Sûriyê re maye, gelek caran jî raportên îstixbaratî amaje dikin ku, Bexda bûye pirek ezmanî di navbera Tehran û Şamê de.