440 hezar sivîlên sûrî di jêr gefa mirinê de ne

440 hezar sivîlên sûrî di jêr gefa mirinê de ne

Rojava News: Neteweyên Yekbûyî dibêje, 440 hezar sivîlên Sûriyê ji ber şer hatine dorpêçkirin û ajansên hawarçûnê nikarin alîkariyan bigihînin wan.

Berpirsa operasyonên mirovî li Neteweyên Yekbûyî, Valery Amos ji Encumena Ewlekariya Navdewletî re got: “Hejmara kesên ku di bin dorpêçê de ne li Sûriyê zêde bûye, bi awayekî ku di dawiya meha Sibatê de 212 hezar kes bûn, lê niha gihiştiye 440 hezar kesî.”

Amos aşkere kir ku 228 hezar kesên din niha li taxên Dêrezorê yên di bin kontrola hêzên hikûmetê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine dorpêçkirin.

Herwiha Amos diyar kir ku nabe ev rewş berdewam bike, Eger ajansên hawarçûnê nikaribin xwe bigihînin kesê ku di bin dorpêçê de ne, wê hejmareke zêdetir ya xelkê bimire.”

Wê berpirsa Neteweyên Yekbûyî hişyarî jî da û got: “Eger şerê li parêzgeha Idlibê tundtir bibe, wê hejmara sivîlên di bin dorpêçê de zêdetir be.”

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî di 4 salên krîza Sûriyê de zêdetirî 220 hezar kes hatine kuştin, herwiha pêwîstiya 12 milyon û 200 hemwelatiyên wî welatî jî bi alîkariyeke bilez heye.

 Herwiha nêzîkî 7 milyon û 600 hezar kes jî li hundirê Sûriyê koçber bûne tevî ku nêzîkî 4 milyon kes li derve bûne penaber.