Esed: Mehane hezar çekdar tevlî DAIŞê dibin

Esed: Mehane hezar çekdar tevlî DAIŞê dibin

Rojava News: Beşar Esed dibêje ku pêgeha DAIŞê berfirehtir dibe û her meh “hezar çekdar” tevlî dibin, radighîne jî ku “dema gel nema piştgriya wî bike” ew dê ji desthilatê dûrkeve.

 

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de ligel televîzyoneke amerîkî de ragihand ku, operasyonên hevpeymanan li ser DAIŞê “hin car sûda wan a navxweyî heye” û ji dema destpêkirina operasyonan “rêxistin bi awayekî berçav berfereh bûye.”

 

Esed di hevpeyvîna xwe de, ya ku li gel televîzyona CBS encamdaye diyar kir ku, DAIŞ li Iraqê û Lîbyayê berfireh dibe û gelek rêxistinên ser bi Qaîde ve jî dilsoziya xwe jê re ragihandine.

 

Navborî diyar kir jî ku, li gor raportên di dest wan de “mehane hezar çekdar tevlî DAIŞ li Sûriyê dibin.”

 

Derbarê pirsa ku dê ew kengî dev ji desthilatê berde, Esed got: “Dema ku gel nema piştgiriya min bike, dema ku ez nûneratiya berjewendî û prensîpên Sûriyê nekim.”