DAIŞ 2030 kes îdam kirine

DAIŞ 2030 kes îdam kirine

Rojava News: Hat ragihandin ku, rêxistina DAIŞê heta niha li Sûriyê 2030 welatî îdam kirine.

 

Rêxistineke mafê mirovan li Sûriyê ragihand ku, çekdarên DAIŞê di çend rojên borî de, 36 kes li Hema, Heleb, Reqa, Dêrazorê, Himis û Hesekê bi tohmetên ku dijûn ji xwedê re dane yan jî têkeliya wan bi rejîma Sûriyê re hebû yan jî sîxûrî kirine, ew kuştin.

 

Herwiha li gorî wê rêxistinê, çekdarên DAIŞê 21 çekdar jî îdam kirine, bi tohmeta ku ligel hêzên kurdî şerê wan kirine. Herwiha 4 kes ji hêzên Artêşa Sûriyê jî kuştin.

 

Wê rêxistinê da zanîn ku, ji 28 Hezêrana 2014 heta roja şemiyê çekdarên DAIŞê 2030 kes li Sûriyê îdam kirine.