Balafirên Sûriyê li Idlibê didin

Balafirên Sûriyê li Idlibê didin

Rojava News: Balafirên Artêşa Sûriyê êrişê çend taxên bajarê Idlibê yê ku berî 2 rojan kete destê çekdarên Cebhet Elnusra û çend grûpên ser bi dijbereya Sûriyê ve, kirin.

 

Li gor çalakvanên dijberya Sûriyê, balafirên Artêşa Sûriyê herwiha bajarokên Sirmîn û Neyreb li bakurê Idlibê, herwiha bajarê Biniş li heman parêzgehê jî bombebaran kirin.

 

Duh jî, çavkaniyeke ewlekariya Sûriyê ragihand ku artêşa Sûriyê niha hêzên zêdetir şandiye û car din li nêzîk bajarê Idlibê belav dibin ji bo ku bajar ji destê Elnusra û grûpên dijbereyê derxîne.

 

Roja şemiyê ya borî, Cebhet Elnusra ku baskê Qaîde ye li Sûriyê û Tevgera Ehrar Elşam ligel çend grûpên din, piştî şerekî giran ku 5 rojan berdewam kir, dest danîn ser bajarê Idlibê bi temamî.

 

Bajarê Idlibê ku navenda parêzgeha Idlibê ye, duyem navenda parêzgehekê ye ku ji bin kontrola Hikûmeta Sûriyê ve derdikeve.

 

Bajarê Reqa yê di destê DAIŞê de, yekem navenda parêzgehekê li Sûriyê bû ku ji bin kontrola hêzên Artêşa Sûriyê derketibû.