DAIŞê 30 welaiyên sivîl li Sûriyê kuştin

DAIŞê 30 welaiyên sivîl li Sûriyê kuştin

Rojava News: Rêxistina Dewleta Islamî DAIŞê 30 welatiyên sivîl li gundê (Mebûca) ser bi gundewarên bajarê Selemiyê kuştin.

 

Li gorî nûçeyekê ku Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan di malpera xwe de belavkirye, DAIŞê li gundê Mebûca ser li gundewarê bajarê Selemiyê ser bi parêzgeha Hemayê 30 welatiyên sivîl bi “Kêr, Gule, Serjêkirin û Şewitandinê” kuştin.

 

Xelkên Mebûca ji Elewî û Ismaîlî ku ji kêmayinên li sûriyê ne, herwiha ev gund dikeve rojhilatê  bajarê Hemayê li ser riyek girîng di navbera Hêzên Hikûmeta Sûriyê û parêzgeha Homsê ku dibin kontrola Hikûmetê de ye.