Kanada jî tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bû

Kanada jî tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bû

Rojava News: Perlemena Kanadayê bi piraniya dengan ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Sûriyeyê, hevkariya Amerîkayê erê kir.

 

Serokê Hikûmeta Kanadayê Stephen Harper di hefteya borî de ji perlemanê xwest ku hêzên Kanadayê di şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyeyê û Îraqê beşdarbûna nava Koalîsyona Navnetewî bi serkêşiya Emerîkayê, erê bike.

 

Di civîna perlemanê de biryar bi 142 dengan ku piraniya wan parêzvanan bû, li hemberî 129 dengên nûnerên Partiya Demokratîk a Nû (Çep) û Partiya Lîberal hate erêkirin. Herdu partiyan di Konseya Giştî ya Kanadayê de ji ber tirsa ku têkevin aloziyekê ev êrîşên li Sûriyeyê bi tundî red kirin.

 

Li gorî biryarê beşdarbûna Kanadayê ya nava Koalîsyona Navnetewî bi serkêşiya Emerîka herî zêde dê heta 30’yê adara 2016’an bête dirêjkirin.