Rojava News: Deriyekî sînorî yê navbera Sûriyê û Urdunê ji destê hikûmeta Esed derket.
Li gorî agahiyan opozîsyona Sûriyê ser medyaya civakî weşandî, Komên ser bi Eniya Başûr a opozîsyona Sûriyê ve bi alîkariya çekdarên Cebhet El Nusra duhî dest danîn ser deriyê Nuseyib yê di navbera Sûriyê û Urdunê de.
Hikûmeta Urdunê jî biryar da ku derî bê girtin, ev biryar jî hikûmeta Esed dilgiran kir û ragihand ku hikûmeta Urdunê li hember encamên girtina derî berpirsyar e.