Çekdarên DAIŞ 69 kes gulebaran kirin

Çekdarên DAIŞ 69 kes gulebaran kirin

Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê di nava 5 rojên borî de 69 kes li Sûriyê gulebaran kirine.

 

Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyê duhî di daxuyaniyekê de ragihand: “Di nava 5 rojên borî de, çekdarên DAIŞê 69 kes li Sûriyê îdam kirine.”

 

Berpiresê wê rêxistinê, Ramî Ebdulrehman wiha got: “Di nava wan 69 kesan de, zarokên di bin 18 salî de jî hene.”

 

Ramî Ebdulrehman wiha domand: “Piraniya wan kesan xelkê parêzgehên Hema, Himis û Dêra Zorê bûn.”