Banga avakirina “Xîlafeta Îsalmî” li Helebê hat kirin

Banga avakirina “Xîlafeta Îsalmî” li Helebê hat kirin

Rojava News: Li bajarê Helebê ku beşek jê di destê komên çekdaran de ye, 2 xwepêşandan hatin lidarxistin û tê de banga avakirina “Xîlafeta Îsalmî” hat kirin.

Herdu xwepêşandan duhî li taxên Saxûr, Salihîn, Meşhed û Bustan Qesir yên Helebê derketin û tê de alên rêxistina Qaîde û yên baskê wê li Sûriyê, Cebhet Elnusra hatin bilindkirin.

Xwepêşanderên ku gelek ji wan çekdar bûn, diruşmên ku daxwaza Xîlafeta Îslamî û yên li dijî skolarîst û ango almaniyan, hatin bilindkirin.

Hat ragihandin ku xwepêşandana li taxa Salihîn ji aliyê Cebhet Elnusra û çend komên îslamî ve hatibû rêxistin.

Di 27ê vê mehê de jî, xwepêşandanên din li Helebê hatin lidarxistin û tê de komên îslamî daxwaz kirin ku Xîlafeta Îslamî li Helebê bê ragihandin.