Sûriye DAIŞê kampa Yermûkê bi tevahî girt

Sûriye DAIŞê kampa Yermûkê bi tevahî girt

Rojava News: Çekdarên DAIŞê kampa Yermûkê ya penaberên Filistînê li Sûriyê bi tevahî girtin.

Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye, ragihand, tevahiya kampa Yermûkê, ku 7 km dûrî paytexta Sûriyê, Şamê ye, ketiye destê çekdarên DAIŞê.

Wê saziya mafên mirov her wiha diyar kir ku hêzên çekdarên filîstînî li başûrê Yermûkê û hêzên artêşa Sûriyê jî li bakurê kampê li dijî DAIŞê şer dikirin lê piştî ku cebilxaneya wan xilas bû, kamp ket destê çekdarên DAIŞê.

Çekdarên DAIŞê ji hefteya borî ve hewla girtina kampa Yermûkê didan.

Rayedarekî Eniya Rizgariya Filistinê jî ji BBC re axivî û girtina kampa Yermûkê ji aliyê DAIŞê ve piştrast kir.

Kampa Yermûkê, ku sala 1957ê li nêzîkî Şamê hatiye avakirin. Beriya ku şer derkeve li kampê derdora 113 hezar penaberên filistînî hebûn lê niha tenê derdora 18 hezar filistînî tê de mane.

Rêveberiya kampê jî di destê Eniya Rizgariya Filistînê de bû lê niha ketiye destê DAIŞê.