50 xwebexşên Heyva Sor li Sûriyê hatine kuştin

50 xwebexşên Heyva Sor li Sûriyê hatine kuştin

Rojava News: Heyva Sor dibêje, ji dema ku krîza Sûriyê di sala 2011 de destpêkiriye û heta niha 50 xwebexşên wan li wî welatî hatine kuştin.

 

Berpirsê Heyva Sor li Rojhilatê Navîn û Bakurê Afrîkayê, Elyas Xenam di daxuyaniyekê de got, roja pêncşemê ya borî 2 xwebexişên Heyva Sor ji aliyê çekdarên Cebhet Elnusra ve hatin kuştin.

 

Xenam diyar kir ku 42 xwebexişên Heyva Sor a Sûriyê û 8 xwebexişên Heyva Sor a Filîstînê di dema karê xwe yê hawarçûnê de li Sûriyê hatine kuştin.

 

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor jî di Twîterê de nivîsandiye ku 50 xwebexişên Heyva Sor di dema karê xwe de li Sûriyê hatine kuştin.

 

Komîteyê herwiha got, roja pêncşemê 2 xwebexişên Heyva Sor dema ku dixwestin termekî li nêzîk avahiya Xaça Sor li Idlibê rakin, hatin kuştin.