Neteweyên Yekbûyî derbarê Yermûkê de hişyarî da

Neteweyên Yekbûyî derbarê Yermûkê de hişyarî da

Rojava News: Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bo karên mirovahî li Rojhilata Navîn, Chris Gunness derbarê rewşa mafê mirovahî di kampa Yermûk a taybet bi koçberên Filestînî de hişyarî da û ragihand ku rewşa wan gelekî xerabe û mirovahiyê ew kamp jibîr kiriye.

 

Chris Gunness di daxuyaniyeke de diyar kir ku ji bo çareserkirina rewşa koçberan û dawîanîna li wê rewşa xerab, divê çarçoveyeke siyasî bê dîtin û alîkarî bigihin wî xelkî.

 

Gunness eşkere kir 18 hezar koçberên ku 4 hezar ji wan zarok in, di bin gefa mirinê de ne.

 

Kampa Yermûk roja çarşema derbasbûyî ji aliyê komên îslamî yên Sûriyê ve rastî êrişan hat û ev çend roj in jî şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û çekdarên Eknaf Meqdis de li wê kampê berdewamin.