NY hişyariyê dide: Karesateke din birêve ye

NY hişyariyê dide: Karesateke din birêve ye

Rojava News: Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî dorpêçkirina Kampa Yermûkê ya penaberên Felestînê li nêzîkî Şamê, hişyarî da, ku karesateke mirovî din li Sûriyê birêve ye.

 

Li Sûriyê, piştî şerekî çend rojî di navbera çekdarên DAIŞê û çekdarên felestînî li nêzîkî Kampa Yermûkê, duhî nêzîkî 18 hezar kes ji wan penaberan ketin bi dorpêçiya DAIŞê.

 

Piraniya wan penaberên felestînî jin û zarok in û niha di bin rehma çekdarên DAIŞê de ne. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku, dibe ku karesateke mirovî mezin li wê kampê derkeve.

 

 

Welatên ku bandora wan li ser DAIŞê heye

 

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li New Yourkê, Stephane Dujarric ji Rûdawê re ragihand: “18 hezar penaber di wê kampê de asê mane. Herwiha şer di nava kampê de berdewam dike.”

 

Stephane Dujarric ku bi navê Ban Kî-moon diaxive, bi rêya Rûdawê daxwaz ji aliyên ku pêwendî û bandora wan li ser herdu aliyan (DAIŞ û çekdarên felestînî) heye, ku bi rola xwe rabin û kar bikin bo rawestandina wî şerî.

 

Dujarric bi eşkere wiha got: Gellek dewlet hene ku bandora xwe li herdu aliyan dikin.

 

Ev jî amajeyek e ji Neteweyên Yekbûyî, ku çend welat hene ku pêwendiya wan ligel DAIŞê heye.

 

 

Protestoya bê kiryar

 

Pirsyar û gotûbêjên sereke li nava holên Neteweyên Yekbûyî derbarê rola welatên mezin bû, ku çawa karin rola xwe bibînin di rêgirtina li pêşiya qirkirineke din de li Sûriyê.

 

Duhî nûnerên herpênc welatên mezin ligel 10 welatên din civîneke neyasayî lidar xistin da ku gotûbêjê li ser rewşa 18 hezar penaberên felestînî yên dorpêçkirî bikin.

 

Bi serokatiya Urdunê ew civîn birêve çû û balyozê wî welatî ragihand: “Endamên Encumena Ewlehiya Navdewletî tirsa xwe li hember wê rewşa xerab a li kampa Yermûkê nîşan da û tekez kir ku, wê encumenê tawanên DAIŞ û Eniya El- Nusre protesto dike.”

 

Lê balyozê Urdunê bersiva ti pirseke rojnamevanan neda û zû çû nav civîneke din. Ji bilî protestokirinê tiştekî din di çenteyê wî de bo wan 18 hezar penaberan nebû.

 

Lê Nûnerê Rêxistina UNRWA ya Neteweyên Yekbûyî li Urdunê, Piry Rahebhy ji rojnamevanan re gotiye ku, ew ligel welatên cîranên Sûriyê û aliyên çekdarî yên nava Sûriyê hewlên ciddî didin bo rizgarkirina wan penaberên felestînî.

 

 

Serjêkirina penaberan dest pê kiriye

 

Piry Rahebhy behsa serdana xwe ya dawî bo Yermûkê kir û wiha got: “Beriya 3 hefteyan ez li Sûriyê li nava kampê bûm. Jin û zarok dihatin pêşiya min û digotin, em birçî ne.”

 

Di bersiva pirseke Rûdawê de, derbarê hewlên Neteweyên Yekbûyî bo rizgarkirina wan 18 hezar penaberên ku di bin gefa DAIŞê de ne, Rahebhy wiha bersiv da: “Heta em ligel Hikûmeta Beşar Esed jî derbarê alîkariya wan penaberan hevahengiyê dikin. Em hemû hewlên xwe bo wan didin.”

 

Ev gotinên berpirsên Neteweyên Yekbûyî di demekê de ne, ku çend raporên rojnamevanî dibêjin, DAIŞ destê xwe daniye ser % 90 ji kampa Yermûkê û dest bi jêkirina bi komî kiriye.