Rojava News: Balafirên Kenedayê yekemîn êrişa asmanî li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê pêkanîn.
Wezareta bergiriyê ya Kenedayê di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 balafirên F18 yên Kenedayê navendên DAIŞê li nêzîk bajarê Reqayê bombebaran kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di êrişê de 10 balafirên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê beşdar bûn, ji wan 6 balafir yên Amerîka bûn.
Serokerkanê Kenedayê Tom Lawson got, yekemîn êrişa balafirên wan li dijî DAIŞê li Sûriyê bi awayekî serkeftî pêk hat û her 2 balafir bi selametî vegeriyan navenda xwe.
Berî niha balafirên Kenedayê 3 caran li asmanê Sûriyê firiyabûn, lê ev cara yekê ye ku êrişî DAIŞê li Sûriyê dike.
Parlamentoya Kenedayê di 30ê Adarê de biryar da erkê artêşa xwe di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de berferehtir bike bi awayekî ku li kêleka Iraqê navendên DAIŞê li Sûriyê jî bombebaran bike.
