Şerê navxweyî yê Sûriye gelek birîndar û kuştî

Şerê navxweyî yê Sûriye gelek birîndar û kuştî

Rojava News: DAİŞê li bakurê Helebê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî du baregehên Eniya Şamê kir û ji birîndarên vê êrîşê 7 kes anîn Kilîsê.

Hat ragihandin ku DAİŞê li Azeza navçeya Helebê bi wesaîtên bombebarkirî êrîş birin ser Eniya Şamê ku nêzî navçeya Horan Klîs û Mariyê ye. Di êrîşan de 38 kes mirin, 15 kes birîndar bûn.

 

7 birîndar derbasî Tirkiyeyê kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.

 

4 birîndarên ku rewşa wan giran in, sewqî nexweşxaneyên Gazîantepê (Dîlok) kirin.

 

Li ser îhtimala ku hejmara birîndaran zêde bibin, gelek ambulans sewqî Midûriya Gumrikê ya Oncupinarê kirin.