Ban Kî-moon: Çareserî li Sûriyê bi tenê siyasî ye

Ban Kî-moon: Çareserî li Sûriyê bi tenê siyasî ye

Rojava News: Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî-moon daxwaz ji şandeyê navdewletî ji bo Sûriyê, Staffan De Mistura kir ku zêdetir li ser destpêkirina proseya siyasî bixebite.

Ban Kî-moon ji rojnamevanan re got: “Min ji De Mistura xwestiye ku niha zêdetir ji bo destpêkirina proseya siyasî kar bike.”

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî wiha domand: “Krîza ev 5 sal in li Sûriyê berdewam dike bi rêya leşkerî re nayê çareserkirin û bi nêrîna wî, çareserî bi tenê siyasî ye.”

Ban Kî-moon ji civaka navdewletî jî xwest ku bi berpirsyariya siyasî û exlaqî rabin ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û got: “Ev demeke dirêje êdî mirov nikare bi gotinan pesina êş û azara li Sûriyê bide.”

Staffan De Mistura ji Cotmeha sala borî de kar dike ji bo ku şer li bajarê Helebê raweste, lê ev yek heta niha pêk nehatiye.

Tê çaverêkirin De Mistura di vê mehê de raportekê derbarê hewlên xwe ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de pêşkêşî Encumena Ewlekariyê bike