Rojava News: Bêhtirê Medyakaran li Sûriyê ji aliyê Rêjîma Esed ve hatine kuştin.
Li gorî rîportek Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, heta niha bi sedema kirîza Sûriyê 463 Medyakar li wî welatî hatine kuştin, ji wan 399 ji aliyê Hêzên Rêjîma Esed hatine kuştin û ji wanjî 28 di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane.
Herwiha 20 Medyakar ji aliyê Hêzên Mixalefetê hatine kuştin ji wan 3 jinin.
Ji aliyekî din ve Tora Sûriyê ya Mafên Mirova tekez dike ku tawanên derheqê Medyakaran ne tenê kuştine lêbelê bi sedan hatine revandin û dîlkirine jî û amaje bi wê yekê jî kir ku bêhtir ji 1027 Medyakar li Sûriyê hatine revandin yan jî hatine zindankirin ji wan 868 ji aliyê Hêzên Rêjîmê ve hatine revandin yan girtin û 24 ji aliyê Asiyşa Rojavayê Kurdistanê hatine girtin.
Herwiha DAIŞ jî 62 Medyakar girtine, 13 ji wan biyanî ne, Eniya Elnusra 13 mîdiyakar girtine û Hêzên Mixalefetê jî aliyê xwe ve 42 Medyakar girtine.
