De Mistura,wê 4’ê Gulanê dest bi civînê xwe dike

De Mistura,wê 4’ê Gulanê dest bi civînê xwe dike

Rojava News: Navbeynkarê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mistura,wê 4’ê Gulanê li Cenevre bi aliyên şer ên Sûriyeyê re dûbare rûne.

 

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ehmed Fewzî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku wê hevdîtinên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dîsa destpê bikin. Fewzî anî ziman ku wê civîn li navenda NY ya li Cenevre derdorê 4-6 heftiyan berdewam bikin. Li gor daxuyaniya Fewzî, wê nûner, sefîr û pispor beşdarî van civînan bibin.

 

Derbarê dema lidarxistina civînan de jî Ehmed Fewzî wiha got: "Ev pêvajo wê meha pêşiya me li Cenevre destpê bike. Hê şêwazê pêvajoyê nehatiye diyarkirin û hê vexwendname nehatine şandin.”

 

Berî niha jî li Cenevre çend civîn di navbera opozisyon û rejîma Sûriyê de çêbûn û negihiştin ti encamekê.