Rojava News: Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir di êrîşên ku hêzên Esed ji hewa û bejayê de birin ser herêmên di bin kontrola dijbereyê de ne 100 kes hatin kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku balafirên şer û yekîneyên topavêjiyê yên artêşa Sûriyeyê êrîşî ser derên di bin kontrola dijbereyê de ne kirin û daxuyanî bi van hevokan dewam kir: "Di êrîşê de li Îdlibê 70, li berbajarê paytext Şamê 13, li Helebê 11, li Derayê 2, li Deyru'z Zorê 2, li Xumsê 1 û li Hamayê 1, bi tevahî 100 sivîl hatin kuştin."
Hat ragihandin ku balafirên şer bi bombeyên warîl û valahiyê avêtin ser cihê bazarê ya li Darkuş û Cebel ez-Zaviyeya herêmên li ser Cîsr eş-Şuxura navçeya Îdlibê. Di êrîşê de 17 zarok û 18 jin hatin kuştin.
SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê jî destnîşan kir di êrîşên ku hêzên ewlehiyê li Îdlib û herêma Cîsr eş-Şuxurê li dar xistin de gelek komên çekdar hatin kuştin.
