Li Şamê li kempa Yermukê şer û pevçûn didomin

Li Şamê li kempa Yermukê şer û pevçûn didomin

Rojava News: Li Kampa Yermûd a panaberên Filistînê û hin deverên din ên paytext Sûriyê Şamê şer û pevçûn didomin.

 

Li gorî agahiyên ji malpera Navenda Çavêdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê hatiye gitin, duh li herêma Beraq a li ser riya di navbera Paytexta Sûriyê Şamê û parêzgeha Siwêdai di navbera hêzên Rêjîmê û çekdarên Opozisyona Sûriyê de şer derketiye. Derbarê encaman de tu agahî ne hatine bidestxistin. Li aliyê din jî balafirên rêjîmê taxa Cober a Şamê bombebaran kir.

 

Li kampa penaberên Filistîn ya Yermûk jî di navbera hêzên Rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Di encamên hatine bidestxistin 2 endamên DAIŞ’ê ketin destê hêzên rêjîmê. Li kampê şer û pevçûn hîn berdewam in, her wiha herdû alî herêmên hev topbaran dikin, di encamê de şêniyên taxê rewşeke jiyanî û tenduristî ya zehmet jiyan dikin.