Rojava News: Civîna Lijneya Rêveberiya Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Sûriyeyê ya ku li dîasporayê nûnerê dijbereyê ye û ji 2 rojan dewam kir bi dawî bû.
Nûnerên meclisa herêmî, hêzên şoreşger û heyeta SMDKyê ya di bin Serokatiya Xalid Xoce de beşdarî civîna ku li Stenbolê hat kirin bûn û rewşa eskerî û siyasî ya li Sûriyeyê nirxandin.
Eniya Nûsrayê ya ku tevî Artêşa Fethê bû di civînê de cih negirt.
Piştî civînê Lijneya Rêveberiya Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger daxuyanî weşand û diyar kir ku şerê bi Esed re wê bidome û daxuyanî wiha dewam kir: "Serkeftinên ku Artêşa Fethê di rojên dawîn de bi dest xist nîşan dide ku heta nûnerên rejima Esed bi tevahî ji holê ranebin wê ev têkoşîn bidome. Ev jî rê li pêşiya xelkê Sûriyeyê vedike ku wê ji xwe re pergaleke nû ava bikin û bi azadî biryar bidin."
Aliyên beşdarî civînê bûn li ser planeke ku ji 5 xalan pêk tê li hev kir û diyar kirin ku heta rejima Esed û nûnerên wê ji desthilatdariyê neyên dûrxistin çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê ne mimkun e.
