Lîreya sûrî gellekî daketiye

Lîreya sûrî gellekî daketiye

Rojava News: Di rewşeke siyasî, leşkerî û aborî ya zehmet de, berê lîreya sûrî ber bi daketinê ve ye. Ev rewş nîşana wê egerê ye, ku desthilata diravî ji destê Hikûmeta Sûrî derkeve.

 

Tê pêşbînîkirin ku ev daketina lîreya sûrî, li beramber dolarê amerîkî, bêhtir bibe, êdî li beramber yek dolarê amerîkî, bihaya lîreya sûrî bi ser 310 lîreyan ketiye, di demekê de ku berî Şoreşa Sûriyê, ew li beramber yek dolarê amerîkî, bi ser 50 lîreyê nediket.

 

Bandora diravguherîna dolarê amerîkî li ser lîreya sûrî heye. Niha jî, kirîna dolarekî amerîkî gihiştiye 312 lîreyên sûrî, firotina wî jî gihiştiye 316 lîreyan. Her tê pêşbînîkirin ku piştî çend mehên din bilindtir bibe.