Rojava News: Di meha Nîsana îsal de 4 hezar û 460 kes li Sûriyê hatine kuştin ku nêzîkî hezar kesên sivîl ji aliyê balafirên şer ên Sûriyê ve hatine kuştin.
Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihandiye ku meha Nîsana îsal di encama şer û pevçûnên li Sûriyê de 4 hezar û 460 kes hatine kuştin.
Li gorî agahiyên wê saziya mafên mirov, di nav wan kuştiyan de 234 zarok û 134 jî jin hene.
Her wiha li gorî wê amarê, 61 kesên sivîl di bin êşkenceya hikûmeta Sûriyê de û 82 sivîlên din jî ji aliyê çekdarên Cebhet el Nusrayê ve hatine kuştin, DAIŞê jî 32 sivîl îdam kiriye.
Di şerê meha Nîsanê de 756 serbazên Sûriyê û 639 çekdarên komên radîkal ên îslamî hatine kuştin.
Li gundê Bîr Mehelî yê Helebê jî 17 sivîl di encama bombebarana balafirên hêzên hevpeyman de hatine kuştin.
Li gorî agahî û amarên ku hatine belavkirin, heta niha zêdetirî 200 hezar kes di şerê Sûriyê de hatine kuştin.
