Li Idlibê 40 kes ji ber gaza bermîlên teqîner jehrî bûn

Li Idlibê 40 kes ji ber gaza bermîlên teqîner jehrî bûn

Rojava News: Piştî avêtina bermîlê teqemenî  ji aliyê  helîkopterên rejima Esad bi ser bajaroka Seraqêb a girêdayî parêzgeha Idlibê bêtirî 40 welatiyên sivîl ji ber gaza ku ji van bermîlan derketiye, jehrî bûn.

 

Li gorî zanyariyên ku belavbûne  îro danê sibehî  helîkoptereke rêjîma Baasê 2 bermîlên teqemenî bi ser bajaroka Seraqêb a başûrêrojhilatê bajarê Idlibê de berdan. Di encamê de ji ber gaza ku ji van herdu bermîlan derketiye, bêtirî 40 welatiyên sivîl jehrî bûn. Li gorî heman çavkaniyan di nava wan de zarok jî hebûn û hate gotin ku dibe ku gaza hatiye bikaranîn, gaza kilor be.

 

Hin çalakvanên opozîsyonê diyar kir ku welatiyên jehrî bûne, bi zor nefesa xwe digirin, bi dijwarî dikuxin û gewrî û çavên wan dişewitin. Her wiha piraniya wan vedirişin.