Perwedeya dijbereya Sûriyê dest pê dike

Perwedeya dijbereya Sûriyê dest pê dike

Rojava News: Perwerdeya leşkerî ya hêzên dijbereya Sûriyê ya radîkal bi serperştiya Amerîkayê di çend rojên bê de dest pê dike.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Mevlût Çavuşoglu ragihand: “Roja 9ê vê mehê, wê perwerdeya leşkerî ya hêzên dijbereya Sûriyê ya radîkal bi serperştiya Amerîkayê dest pê bike.”

 

Mevlût Çavuşoglu wiha got: “Pirograma perwede û biçekirinê wê 2000 şervanî li xwe bigire, ku di her qonaxekê de wê 300 kes bin û heta dawiya vê salê her 2000 şervan wê perwerdeya wan bi dawî were.”

 

Ji aliyê xwe ve, şêwirmendê qanunî yê Artêşa Azad a dijbereya Sûriyê, usama Ebû Zêd di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî çend hevdîtinan ligel fermandarên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê me biryar da ku girûpên me di perwerdeya leşkerî ya li Tirkiye de amade nabin, ji ber ku qonaxên bê ji me re nehatine zelalkirin.”