Rojava News: Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da Hikûmeta Sûriyê, ku divê bilez dawiyê li avêtina bermîlên teqîner ser Kampa Yermûkê bîne.
Balafirên şer ên Artêşa Sûriyê bi şev bi bermîlên teqîner li Kampa Yermûkê ya penaberên Felistînê li nêzîkî Şamê, didin û NY daxwaz jê dike ku bilez wan lêdanan bi dawî bîne.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon avêtina bermîlên teqîner ser xelkên sivîl li kampa Yermûkê şermezar kir û got ji hundirê kampê de xelk ji aliyê çekdaran dorpêçkirî ne û ji derve jî ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve.
Hejmarek mezin ji xelkên wê kampê piştî derbasbûna çekdaran ji wir reviyan, lê NY dibêje ew nizane ku hejmara xelkê ku tê de mane, lê daxwaz kirk u ew jî bên rizgarkirin.
Beriya demekê, piştî şerekî çend rojî di navbera çekdarên DAIŞê û çekdarên felestînî li nêzîkî Kampa Yermûkê, nêzîkî 18 hezar kes ji wan penaberan ketin bi dorpêçiya DAIŞê.
Piraniya wan penaberên felestînî jin û zarok in û niha di bin rehma çekdarên DAIŞê de ne.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li New Yourkê, Stephane Dujarric ji Rûdawê re ragihandibû: “18 hezar penaber di wê kampê de asê mane. Herwiha şer di nava kampê de berdewam dike.”
