Rojava News: Şanderê Navdewletî bo kirîza Sûriyê Staffan De Mistura ragihand şandeke Hikûmeta Sûriyê û nûnerên 40 komên Sûrî ji bo şêwrên cuda hatine vexwendin.
Di civîneke çapemeniyê de, De Mistura eşkere kir ku jibilî hikûmeta Sûriyê û komên dijbereyê, derdora 20 aliyên navdewletî û herêmî jî dê beşdarî hevdîtinan bibin.
Daxuyaniya Cenêv 1ê, 30ê Hezîrana 2012ê di nav welatên mezin de hatibû îmzekirin û ew weke pilanekê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tê naskirin.
Di xaleke daxuyaniya Cenêvê de hatibû destnîşan kirin ku divê li Sûriyê desteyeke hikumraniyê ya veguhêz bê damezrandin da ku di bin sîbera wê de pêvajoya veguhêz li Sûriyê bê kirin.
