Esed li şikestinên Artêşa Sûriyê mukir hat

Esed li şikestinên Artêşa Sûriyê mukir hat

Rojava News: Serokê Sûriyê Beşar Esed bo yekem car li şikestinên Artêşa Sûriyê mukir hat û got ku di her şerî de serkeftin û şikestin heye.

 

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro bi boneya “Roja Şehîdan” li Sûriyê serdana dibistaneke zarokên serbazên hatin kuştin kir û ragihand ku şikestin beşek ji sirûşta şer e.

 

Esed herwiha got ku hin kes îdiayan li Sûriyê belav dikin lê bi sernakevin. Weke nîşanekê li ser îdia ku berî çend rojan hatibû belavkirin û behsa kuştina wî dikir.

 

Ev daxuyaniya Esed di demekê de ye ku hêzên dijbereyê çend navçe li bakur û başûrê Sûriyê kontrol kiribûn.