‘Elewiyên tirk hatin revandin’

‘Elewiyên tirk hatin revandin’

Rojava News: Fermandarê rêxistina Ebû Cendal yê bi navê Ebû Hikmet dibêje li Sûriyê gelek welatiyên Tirkiyeyê yên elewî dîl girtine.

 

Ebû Hikmet li navçeya Cisr eş-Şuxurê ya girêdayê Idlibê ye ji Rûdawê re diyar kir gelek welatiyên Tirkiyeyê yên elewî dema li Sûriyê şer dikirin, girtine.

 

Ebû Hikmet da zanîn ji ber ku Cisr eş-Şuxur tê bombebarankirin wan girtî birine herêmek ewle.

 

Hikmet destnîşan kir ji wan girtiyan hin ji Hatayê ne û got, ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê heta niha 2 hezar 500 elewî yên welatiyên Tirkiyeyê tevlî Artêşa Sûriyê bûne.

 

Fermandarê rêxistina Ebû Cendal anî ziman, elewiyên welatiyên Tirkiyeyê taybetî li Lazkiye û Tartusê şerê dijbereya Sûriyê dikin.

 

Li Sûriyê 8 rêxistin li hemberî rejîma Sûriyê bibûn yek û “Artêşa El Fetih” avakiribûn. Wê artêşê meha borî kontrola navçeya Cisr eş-Şuxurê û meha Adarê jî ya Idlibê standibû.

 

Idlib tenê weke parêzgeh di bin kontrola dijbereyê de ye.