Rojava News: Balafiranên hevpeymanan 28 êrîş birin ser pêgehên DAIŞê li Îraq û Sûriyê.
Duh, roja şemiyê hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê deragihand ku Amerîka û dewletên hevpeyman 15 êrîş li Sûriyê û 13 de li Îraqê birin li ser pêgehên DAIŞê.
Hêza hevbeş di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kirk u ji nava wan êrîşan, 13 li nêzîkî bajarê Hesekê ketine û 9 êrîş cihên şer û 10 otombîlên leşkerî kirin armanc û 2 derbe li nêzîkî Heleb û Kobanî ketin.
Heman daxuyaniyê got ku balafirên hevpeymaniyê 4 êrîş li nêzîkî Bêjî û 4 li nêzîkî Felûca encamp da bûn û hin derbeyên din li her yek ji Tileferê ,şingal û Mûsilê.
