Rojava News: Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku serhildana Mehabadê bersevek suriştî ye ji kiryarên rejîma Îranê re.
Keça kurd a bi navê Ferînaz Xusrewanî, ku li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê di hotêlekê de kar dikir, roja 3ê Gulana îsal bi awayekî bi guman jiyana xwe dest da. Tê gotin ku Ferînazê ji bo ku rastî destdirêjiyê neyê xwe di hotêlê de avêtiye xwarê û can daye û ji bo vê yekê xwepêşandan li gellek bajarên Rojhilatê Kurdistanê lidar ketin.
Derbarê vê yekê de Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê di daxuyaniyek çapemenî derxist û tê de got ku serhildana Mehabadê bersevek suriştî ye ji kiryarên rejîma Îranê re.
Îtîlafê hevgirtina xwe bo gelê Kurd li Kurdistana Îranê ragihand û da zanîn ku serhildana Mehabadê serhildana 2004an li Kurdistana Sûriyê bi bîra wan tîne.
