Rojava news: Hêzên Hikûmeta Sûriyê êrişî çekdarên îslamî yên li bajarokê Cisir Elşexur li parêzgeha Idlibê kirin û hemû riyên ku diçin wî bajarokî jî kontrol kirin.
Ajansa Sana ya Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Hikûmeta Sûriyê êrişî navçeyên ser bi bajarokê Cisir Elşixur kirine û hemû deriyên diçin wî bajarokî jî kontrol kirine.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî dibêje, hêzên asmanî yên Sûriyê tenê roja yekşemê 22 êrişên asmanî birine ser navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin destê çekdarên îslamî de bûn û piraniya wan navçeyan dorpêç kiriye.
Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêzên dijbereyê de, zêdetirî 60 leşkerên hikûmetê û 28 çekdarên hêzên dijbereyê hatin kuştin.
Herwiha hinek çalakvanan li ser rûpela Facebookê vîdeoyek belv kirin, ku tê de çekdarên Cebhet Elnusra êrişeke xwekujî li bajarokê Cisir Elşexur li dijî Hêzên Hikûmeta Sûriyê pêk tînin.
