Artêşa Îslamê 80 terorîstên DAIŞ gulebaran kirin

Artêşa Îslamê 80 terorîstên DAIŞ gulebaran kirin

Rojava news: Şerê grupên terorîstî yên tundrew li nava Sûriyê berdewame û ji aliyê hêzên artêşa Îslamê ya nêzîk ji Qaîdê 80 terorîstên ser bi DAIŞ`ê li nêzîkî Dîmeşqê gulbaran kirin.

 

Jêderekê derbarê vê yekê de ji ajansa nûçeyan a Sûrî re ragihandiye: Duh 10/5/2015 hêzên Artêşa Îslamî 80 terorîstên DAIŞ bi cil û bergên reş gulebaran kirine û gefa kuştina bi dehan dîlên DAIŞ xwarine.

 

Ew jî diyar kiriye ku heya niha çi karvedaneka DAIŞ li hemberî karê Artêşa Îslamê nebûye û tê payîn di navbera grupên tundrew de li nêzîkî bajarê Şamê şer girantir bibe.