Rojava News: Govara The Economist a brîtanî dibêje ku hêzên dijbereya Sûriyê xwe bihêz û rêxistî dikin û rêjîma Esed jî ji her demê qelstir bûye û hêza wê jihev ketiye.
The Economist ragihand ku dema xwepêşandanên aştiyane derketin û hêzên Esed bi tundî êrişî xwepêşanderan kirin, şer li Sûriyê dest pê kir û di encamê de rêjîma Sûriyê bû sedema kuştina zêdetirî 200 hezar kesî û nîvê gelê Sûriyê ji ber wî şerî derbeder bûne.
Govara Brîtanî diyar kir ku niha nîşan hene, ku Hikûmeta Sûriyê gelekî qels bûye, ji ber ku alîgirên wê yên weke Hizbullaha Lubnanî, Îran û Rûsyayê jî nema weke berê alîkariya wê dikin û li hemberî qelsbûna rejîmê hêzên dijbereyê gellek navçe ji destê hikûmetê derxistine û niha ew hêz gelekî nêzîkî bajarê Laziqiyê bûne.
Herwiha govara The Economist tekez kir ku hejmara serbazên Artêşa Sûriyê gellekî kêm bûye û jihev dikeve, herwiha gellek ji serbazan direvin û gazinan ji berdewamiya şer dikin û dilgiraniya xwe tînin ziman ku ew di vî şerî de weke êzingan têne bikaranîn.
