Sûriyê: 25 çekdarên Hizbulaha Libnanê hatine kuştin

Sûriyê: 25 çekdarên Hizbulaha Libnanê hatine kuştin

Rojava News: Di encama şerekî li Qelemonê 25 çekdarên Hizbulaha Libnanê hatine kuştin.

 

Desteya  Giştî ya Şoreşa Sûriyê got ku 25 çekdarên Hizbulaha libnanê li devera Qelemonê hatine kuştin û bi dehan birîndar ketine di encama şerkî giran de di navbera Artêşa Azad û çekdarên Hizbulahê de.

 

Her wiha Artêşa Feteh ya ser bi Artêşa Azad ve rê li ber çekdarên navborî girt da ku li gundê Meera bi pêşve neçin.