li Humsê Ji şevêdin ve pevçûn didomin

li Humsê Ji şevêdin ve pevçûn didomin

Rojava News: Li herêma Weer a Humisê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de pevçûnan rû dan.

 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin şevê din li taxa Weer a Humsê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de pevçûn rû dan û heta îro jî didomin.  Derbarê encamên pevçûnan de tu agahîyê zelal ne hatine dayîn.

 

Li aliyê din saziyên çapemeniyê yên herêmî diyar kirin ku hêzên rêjîmê herêma Hole ya li bakurê Humsê topbaran kiriye. Di necamê de behsa tu qurbaniyan ne hate kirin.

 

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ku navenda wê Londonê ye diyar kir ku hêzên rêjîmê herêma Riwêsit El-Melûd a li bakurê Laziqiyê bombebaran kir. Li vir jî derbarê encaman de tu agahî ne hatin dayîn.