Perwerdekirina leşkerên dijbereya Sûriyeyê hate derengxistin

Perwerdekirina leşkerên dijbereya Sûriyeyê hate derengxistin

Rojava News: Perwerdekirina û bi çekkirina opozîsyona Sûriyeyê ku diviyabû li Tirkiyeyê bihatiba destpêkirin, hate derengxistin.

 

Li gorî dezgehên çapemeniyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawîş Oglû ragihand ku destpêkirina bernameya hevbeş a di navbera Emrîka û Tirkiyeyê de ji bo perwerdekirin û çekkirina opozîsyona Sûriyeyê hate derengxistin.

 

Tê zanîn ku ji bo perwerdekirin leşkerên opozîsyona Sûriyeyê di hundirê Tirkiyeyê de Emrîka û Hikûmeta Tirkiyeyê di meha sibata borî de li hev kiribûn. Piştre rayedarên Tirkiyeyê ragihandin ku ev perwerde dê di meha adarê de dest pê bike, lê ji bo meha gulanê hate derengxistin û niha jî dîsa hate derengxistin.

 

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Parastinê ya Emrîkayê 5 hezar leşkerên opozîsyona Sûriyeyê Li Tirkiye, Siûdiyê û Qeterê dê 3 salan perwerde bike.