9 komên radîkal li dijî DAIŞê şer ragihandin!

9 komên radîkal li dijî DAIŞê şer ragihandin!

Rojava News: Li bajarên Şam û Helebê yên Sûriyê, 9 komên radîkal ên neyarên rêjîma Sûriyê li dijî DAIŞê şer ragihandin.

 

Li devera Qelemûnê ya Şamê, rêxistin û komên neyarên Sûriyê bi hêceta ku çekdarên DAIŞê endamên wan revandine û êrişî wan kirine, li dijî DAIŞê şer ragihandin.

 

Ew rêxistin DAIŞê bi alîkarîkirin û hevkariya rêjîma Sûriyê tohmetbar dikin.

 

Di nav wan komên radîkal de rêxistina El Nusrayê jî heye ku wek baskê El Qaîdê li Sûriyê tê naskirin.

 

Di çend rojên borî de li devera Qelemûnê, rêxistina bi navê “Ceyş el Îslam” 80 dîlên DAIŞê komkuj kiribû û li dijî DAIŞê şer ragihandibû.

 

Herêma Qelemûnê li bakurê rojavayê Şamê û nêzîkî sînorê Sûriye û Urdunê ye ji ber wê jî pir stratejîk e. li wê deverê ku deverek çiyayî ye, milîtanên Hizbullaha Libnanê jî li kêleka artêşa Sûriyê li dijî neyarên rêjîma Beşar Esed şer dikin.

 

Beşek mezin ji Qelemûnê di destê neyarên rêjîmê de ye lê li hinek cihên wê jî çekdarên DAIŞê bicîh bûne.

 

Her wiha hat zanîn ku li bajarê Helebê jî rêxistina bi navê Cebhet el Şamiyê li dijî DAIŞê şer ragihandiye.