Rojava news: Hat ragihandin wesayîtek a asmanî ya Sûriyê ji ber ku qaîdeyên sînorên Tirkiyeyê binpê kir, ji aliyê balafirên Tirkiye ve hat êxistin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, firokeya Sûriyê ku tê îdiakirin qaîdeyên sînorên Tirkiyeyê binpê kir, bi balairên ji cureya F-16 ku ji Edeneyê rabûn bi 2 fuzeyan xist xwar. asmanî.
Hat îdiakirin piştî balafirên Tirkiyeyê fuze berdan, teqîenek mezin rû da û wesayît hat êxistin. Herwiha medyaya Tirkiyeyê li ser zarê çavkaniyê herêmê diyar kir ku “balafir” bû 3 parçe.
Li gorî agahiyan ji Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê (TSK) ji navçeya Altinozu, Defne û Yayladagî yên girêdayî Hatayê wesayîtek asmanî ji Sûriyê qaîdeyên sînorên Tirkiyeyê binpê kir. Piştre jî balafirên Tirkiyeyê ji Edeneyê rabûn û êriş kirin.
Hat gotin rayedar li ser cureya wesayîta ketî lêkolînê dikin.
