Li Tedmûrê Şer di navber DAIŞê û Artêşa Sûriyê de didome

Li Tedmûrê Şer di navber DAIŞê û Artêşa Sûriyê de didome

Rojava News: Şer û pevçûnên navber çekdarên DAIŞê û hêzên Artêşa Sûriyê li bajarokê Tedmûr yê ser bi Humsê didome.

 

Li bajarokê Tedmûrê, bi taybet li hêla bakur ku DAIŞê dest danîbû ser hin taxan didome, lê  Parêzgarê Humesê Telal Berazî ragihand, ku hêzên artêşê di şer û pevçûnan de karîn DAIŞê ji taxên bakur û rojhlatê Tedmûrê derxînin.

 

Herwiha Berazî eşkere kir, Artêşa Suriyê  girê bajarokê Tedmûrê û burcê televizyona Sûriyê li bakurê rojavayê Tedmûrê û xala kontirolê a li ser deriyê wê bajarokê ji destê DAIŞê derxîne.

 

Duhî di encama şer û pevçûnan de, çekdarên DAIŞê dest danîbû ser piraniya taxên bakurê bajarokê Tedmûr û di encamê de 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û zêdetirî 47 leşkerên Artêşa Sûriyê hatin kuşitin û brîndar kirin.

 

Herwiha helîkopterên Artêşa Sûriyê jî duh bi bermîlên teqîner bajarokê Suxine û deverên aliye li nêzîk Tedmurê bombebaran kirin.

 

Tevî ku rewşa meydanî li tedmûrê saet bi saet tê guhertin, lê nayê veşartin ku DAIŞê derbasî nav Tedmûrê bûye û tenê kîlomtirekê ji asarên dîrokî û kevnar yên Meleketa Zenûbiya û Mûzexaneyê Dûre.