Amerîkayê li Suriye emîrên DAIŞê kir armanca xwe

Amerîkayê li Suriye emîrên DAIŞê kir armanca xwe

Rojava News: Hat ragihandin Hêzên hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka serkêşiya wê dike li Dêrezorê li bingehên DAIŞê dan.

 

Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriye ku navenda li Brîtanyayê ye diyar kir, hêzên hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka serkêşiya wê dike li Dêrezorê êrişê navendên DAIŞê kirin û di encama êrişan de 32 çekdarên DAIŞê kuştin.

 

Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriye da zanîn ji wan çekdarên hatin kuştin 4 jî emîrên DAIŞê bûn.

 

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastina Amerîkayê Aston Carter jî ragihandibû di encama operasyona bejayî de li herêma Omer emîrê DAIŞê yê bi navê Ebû Sayaf hat kuştin.

 

Aston Carter destnîşan kir, ew emîrê DAIŞê herwiha berpirsê rêxistinê yê petrol, gaz û danûstandinê jî bû.

 

Serokê berê yê CIAyê Bruce Riedel jî anî ziman di eslê xwe de Amerîkayê dixwest Ebû Sayaf bi sax bigire û wiha got: “Ebû Sayaf di nav rêxistinê de kesekî herî baş dizanî karên rêxistinê çawa rêve diçe, ji ber vê yekê jî Amerîkayê dixwest sax bigire.”

 

Hat gotin mehê milyonek dolar dahatên DAIŞê ji petrolê çêdibû û Ebû Sayaf jî ew pere organîze dikir.